Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmedînejad seredana Iraqê kir


Serokê Iranî Mehmûd Ehmedînejad roja yekşembî seredana Iraqê kir û li Bexda ji layê serokê Iraqî Celal Talebanî ve pêşwazî lê hate kirin. Rêberên Iran û Iraqê li mala serokê Iraqî li Bexda kom bûn.

Piştî kombûnê herdu rêberan konferanseka rojnamevanî girê da û birêz Ehmedînejad got ew kombûn bi şêweyekê posetîv birêve çu.

Piştî hingî, birêz Ehmedînejad li Green Zone digel serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî kom bu.

Peyvdarê leşkirê Amerîkî li Iraqê, Gregory Smith, got seredana serokê Iranî buheye alîkar bit li bo peşve birina parastina Iraqê.

Serdana Ehmedînejad yekem seredana serokekê Iranî ye bo Iraqê ewêt sala 1979.

XS
SM
MD
LG