Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka karbidestên berê yên Wezareta Saxlemîya Iraqê azad kirin


Peyivdarê Leşkerê Amerîka General Kevin Bergner roja çarşembîyê azad kirina cêgirê Wezîrê Saxlemîya Iraqê yê berê û berpirsê parastinê piştrast kir û got:

"Li ser daxwaza ji alîyê hikumeta Iraqê ve, vê sibêdeyê Hêzên Hevalbend Cîgirê Wezîrê Saxlemîyê yê berê Hekîm El Zemîdî û berpirsên karûbarên parastina keresteyên Wezareta Saxlemîyê yê berê Hemîd El Şîmarî ji zîndanê azad kirin cihê ku ew li ser daxwaza hikumeta Iraqê hatibûne ragirtin."

Ew karbidest li sala 2007ê hatibûne girtin li ber tometên hindê ku postên xwe bi kar anîne jibo alîkarî kirina milîtanêt Şî'a da ku nesaxên Sunnî û kesûkarên wan li nav nexweşxaneyan birevînin yan jî bikujin.

Eve cara yekê bû ku karbidestên pillebilindên Şî'a liber tometbarîyên terorîzmê dihatine girtin. Ew jî ji demê hikumeta nû ya Iraqê hatibû ava kirin.

Li roja duşembîyê dadgehekê pute bi wê dozê nekir ku dijberî wan hatibû vekirin liber ku belge berdest nekiribûn. Çendîn şahid amade nebûn li pêşberî dadgehê amade bin û şahidîyê bidin liber hindê ku goya gefe li wan hatîye kirin.

Bergner dibêjît Leşkerê Amerîka hêjta Elî Hesen El Mecîd, yê ku weke Elî Kîmyayî hatîye nas kirin ragirtîye. Ew karbidestê sereke yê hikumeta Saddam Huseynî bi îdamê hatîye hikum dan û li ber e ku vê mehê liber rola xwe di kîmyabaran kirina bi hezaran Kurdên Iraqê de bête bidarvekirin.

Bergner got: "Hikumeta Iraqê hêjta çi daxwaz jibo vergirtina Elî Kîmyayî teslîmî hêzên fireh-nijad nekirîne û wextê ew kare bête kirin em dê berpirsyaretîya xwe bi temamî cîbicî bikeyn demê ew daxwaz bête teslîm kirin."

Herwisa roja çarşembîyê karbidestên Îranê û Iraqê gotin ew dê vê heftîyê digel karbidestên Amerîka kom bin jibo gereka nû ya danûstandinên parastinê lê belê balyozxana Amerîka li Bexdayê ragihand çi wextek jibo wê çendê nehatîye dîyar kirin.

Karbidestên Amerîkî û Îranî sala buhorî sê caran bihevra kom bûn da ku behsê li ser rewşa parastina Iraqê biken. Ewe cara yekê bû ku dinav dehan salên buhorî da karbidestên herdu welatan bi awayek rastewxo pêywendî bihevra dikirin.

Gera çarê ya danûstandinan liber bû ku nîvîya meha du bête lidar xistin lê Îranê bê çi şîrove kirina egeran ew kombûn bi dereng xist.

Amerîka Îranê tometbar diket bi gehandina çekên pêşkeftî bi milîtanêt Şî'a li Iraqê ku têne bikar anîn jibo êrîş kirina ser hêzên parastina Amerîkî û Iraqê. Îran wan tometan red diket û didete zanîn giriftên parastinê li Iraqê liber hebûna leşkerê bi rêberayîya Amerîka ye li wî welatî.

XS
SM
MD
LG