Li duwem roja seredana xwe bo Ankara serokê Iraqî Celal Talebanî daxaz ji kardarên Turk kir li Iraqê kar biken.
Birêz Talebanî roja şembî digel giropeka kardarên Turk kom bu û got Iraqê divêt li hemî alîyan têkelîyên xwe digel Turkîye baş biket, ji wan têkelîyên aborî, siyasî û keltorî.
Birêz Talebanî got Bexda amadeye piştevaniya kompaniyayên Turkî li hemî herêmên Iraqê biket ji wan başora Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê.
Serokê Iraqî roja înî gehişte Ankara û digel serokê Turk Ebdullah Gul kom bu. Li demê gehiştina Birêz Talebanî, ku Kurde, li firokexana Ankara bi şêweyekê fermî pêşwazî lê nehat kirin.