Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piranîya xelkê Îranê dixwaze rastewxwo rêberê bilindê welatî helbijêrin


Rapirsîyeka nû dîyar kir ku piranîya xelkê Îranê dixwaze rastewxwo rêberê bilindê welatî helbijêrin û şîyanên guhorîna wî hebin.

Ew rapirsîye ewa duhî yekşembîyê hatîye ragihandin li meha buhorî jî ji layê grupeka ne hikumî ya Amerîkî bi navê Terror Free Tomorrow û kompanyaya rapirsîya navnetewî bi navê 3D systems hatibû kirin.

Di wê rapirsîyê da dîyar bû ku neh ji deh kesan ewên bersiv dayin dixwastin cihê rêberayetîya sîyasîya bilinda welatî bikevte dengdanê.

Rêberê bilindê niha Ayetullah Alî Xamaney li sala 1989ê hate destnîşan kirin ji layê jimareke zanayên olî yên Îranî ve ku her ji heyşt salan carekê dişên bigohorin. Belê niha ew posta yê bûye bi dirêjahîya jîyanê.



XS
SM
MD
LG