Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Clinton li Mississippi berîkanîya hevûdu dikin


Bingehên dengdanê dereng wext îro sêşembîyê li wîlayeta Mississippi li başurê Amerîka vedibin jibo hilbijartinek din ya berahîyê ku têda bi awayek germ berbijar jibo kandîdê serokatîyê Demokratan berîkanîya hevûdu dikin.

Senatorê wîlayeta Ilinois Barack Obama û Senatora New Yorkê Hillary Clinton dinav vê hilbijartinê da berev ruyê hevûdu dibin.

Roja duşembîyê Obama bizavên xwe yên hilbijartinê li Mississippi berdewam kirin û henekên xwe bi wê hizrê kir ku ew li hemberbûn bi cîgirî serokê meydanê jibo Clintonê di cîda bihêlît.

Clinton çendîn caran îşaret daye di cihê xwe da bûna bilîta Clinton-Obama û wê herwisa herdem pirsyar kirîye ka Obama bi qasî pêdivî tecrube hene bibit serok an na.

Obama da zanîn wî pitir ji Clintonê deng û nuner qazanç kirîne û got ew nizanît ka çawan kesek ku xwe di pilleya duyê da ye pêşnîyazî kesê di pilleya yekê de diket bibîte cîgirê serokî.

XS
SM
MD
LG