Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Turkîye gotîye ku ew dê 12 milyar dolaran bo herêma Kurdnişîn ya welatî  xerc bike li ser hindek projan


Rojnameyeke serekî ya Amerîkî raport diket ku Turkîye bi nîyaz e nêzîkî 12 milyar dolarî li herêma Kurdî ya başûra rojhilata welatê xwe de xerc bike bi wê nîyazê ku piştevanîya serhildayên Kurd rabigre.

Di hevpeyvîneke digel rojnameya Amerîkî The New York Times de serokwezîrê Turkîye Recep Tayyîp Erdoganî got program hatîye danan bi mebesta peyda kirina kar û şixulan da xort û gênc ji Partîya Karkerên Kurdistan anku PKK dûr bikevin.

Birêz Erdoganî herwisa got hikumeta Turkîye bi nîyaz e ku kanaleke televîzyonê deyne bi zimanê Kurdî ku ji mêjve ye ji alî kêmanîya Kurd ya Turkîye ve dihate xwestin.

The New York Times li ser zarê Erdoganî ragihand ku di çarserkirina pirsê de jibo şerrê dijî terorîzmê pêdivî bi kiryarên leşkerî hene belê rola komaleyatî, aborî, sosyolojî û kulturî jî heye.

Li ser vê babetê hevkara me Muteber Şîrwanî digel Sabahattin Korkmaz, parêzer û sîyasetvanê Kurd li Dîyarbekirê kirîye heke hun bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe re li jor nivîsa ku dibêje "Li hevpeyvîna digel Sabahattin Korkmaz guhdarî bike" bitiqînin.

XS
SM
MD
LG