Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dalai Lama dibêjît heke tundûtûjî li welatê wî xirabtir bibît ew dê dest ji kar vekêşe


Rêberê Tîbetê yê li sirgunê Dalai Lama îro sêşem got heke tundûtûjîya li welatê wî xirabtir bît ew dê dest ji karê xwe vekêşe.

Dema li Dharamshala li bakûra Hindistanê peyivî, Dalai Lama yê ku xelata Nobelê bo aştîyê wergirtîye gote peyamhinêran ku bûyerên qewimîne ne bi destê wî bûne.

Berî vê yekê evro Serokwezîrê Çînê Wen Jiabao Dalai Lama û piştevanên wî gunehbar kirin bi rêvebirina xwenîşandanên tundûtûj li Tibetê. Rêzdar Wen got xwenîşander bûne egera zîyaneke mezin ya giyanî û hikumet bo rawestandina xwenîşandanan gelekî bi hizrek sînordar bizavê kirîye.

Wî got îddîayên Dalai Lama yên ku dibêje Çîn jenosid anku qirkirineke çandî û kulturî li Tibetê dimeşîne derew e.

Karbidestên Çînî dibêjin 13 "sivîlên bê guneh" di xwenîşandanên roja eynîyê de li paytextê Tibetê Lhasa hatine kuştin.

Hikumeta Tibetê ya li sirgunê li derveyê welat, bingeh li Hindistanê dibêje bikêmîve 80 kes hatine kuştin û dibêje ew di wê tirsê de ne piştî wext di ser muhleta ku Çînê dîyar kirî bo xwenîşander xwe bidine dest derbaz bibe dê tundûtûjî zêdetir bibin

.

XS
SM
MD
LG