Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta salane ya Wezareta Derve ya Amerîka sebaret bi rewşa mafên mirovan li Îranê


Di vê raportê de Wezareta Derveya Amerîka bi taybetî balê dikşîne ser dadgeh kirina ne rewa û pirsgirêkên li ser zîndan kirina xelkê û îşkencedanê.

Wezaret dibêje şêweya sizayê îdamê ya ricim kirin ku bi rêya kevirbaranê tê cêbicê kirin rêgeyek nemirovane ye. Yek ji rexneyan ew e ku qanunên welatî tawanan ne bi rêyeke standart danaye.

Li ser bêserûşûn kirinê jî rexne hatine kirin li Îranê ku agahî di derbarê jimareka kesên bêserûşûn bûyî nîne. Federasyona Cuhuyên Amerîkî pêzanîn daye raportê ku 11 Cuhuyên li salên 1994 heta 1997 dîyar nemanin hêjta bêserûşûn in.

Raport dibêje hikumeta Îranê bi tundî azadîya ragihandin û rojnamevanîyê berbend kirîye û bi vê babetê rewşa heftenameya Kurdistan wek mînak nîşan dide.

Herwisa li ser gelek babetên din jî rexne li Îranê hatîye girtin û heke hun bivêtin ku guh bidine dirêjahîya vê raportê ji kerema xwe re li jor nivîsa ku dibêje “Raporta li ser rewşa mafên mirovan li Îranê” bitiqînin.

XS
SM
MD
LG