Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cheney û Karzai daxwaz ji NATO'yê kirin ku alîkarîya Afganistanê bike


Cîgirê serokê Amerîka Dick Cheney û serokê Afganistanê Hamîd Karzai daxwaz ji welatên NATO kirin bo harîkarîya Afganistanê bike dijî tundrêyan û dibên serxwe ji şerrê demê çendîn salan.

Herdu karbidest duhî pêncşemê ew daxwaz kirin demê seredana Dick Cheney ya ne ragihandî bo Afganistanê.

Cheney got Amerîka û NATO pêdivîne serbazên xwe li Afganistanê bihêlin bo bersîng girtina xerabkarên Talîban û El Qaîde.

Serok Karzai got pêdivî bi serbazên NATO hene li Afganistanê ku amade be bo parastina xwe xwe-bixwe bikin.

Cêgirê serokî Cheney seredana bingehê hêzên asmanî kir û sipasîya serbazan kir bo karên wan û herwiha li rêûresmên danûstandina bo pênc endaman kir.

XS
SM
MD
LG