Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cheney digel serokên Israelî û Felestînî kom dibît


Cêgirê serokê Amerîkî Dick Cheney li Kinara Rojava digel serokê Felesînî Mehmûd Ebbas kom bû bo bas kirina piroseya aştiya Rojhelata Navîn.

Cheney roja yekşembî gehişte baregehê birêz Ebbasî li bajêrê Ramellah piştî kombûnê digel karbidestên Israelî, ji wan serok Şîmon Pêrês.

Di konferanseka rojnamevanî digel birêz Pêrês, Cheney got rêveberiya serok Bush pêgiriya pêşve birina piroseya aştiyê ye.

Birêz Pêrês got Israel Iranê wekî gefeka micid dibînît, jiber daxazên serokê Iranî Mehmûd Ehmedînejad bo jinav birina Israelê.

Her roja yekşembî, cêgirê serokê Amerîkî li Urşelîmê pişikdarî di rê û resmeka da kir bi helkefta cejina qiyametê.

XS
SM
MD
LG