Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Pakistanê Serokwezîrê nû hilbijart


Parlamana Niştimanî ya Pakistanê Yusif Reza Gîlanî wek serokwezîr hilbijart.

Gîlanî berbijarê partîya rêbera rikeberîyê Benazir Bhutto-Partîya Gel ya Pakistanê bû û peyivdarê berê yê parlamanê bû herwisa ew hevalekî nêz yê hev-rêberê Partîya Gel ya Pakistanê Asif Alî Zerdarî ye.

Çaverê dihate kirin ku Gîlanî piranîya dengan wergire jiber ku piştî hilbijartinên meha du-Sibatê piranîya kursîyan ketibû destê partîya wî û hevalbendên wî li Parlamana Niştimanî.

Gîlanî li cara duwê ya serokatîya xanim Bhutto peyivdarîya parlamanê kiribû. Ew herwisa bi tawanên gendelî û nerêkîyê bi salan di zindanê de mabû lê bi gotina wî jiber egerên sîyasî ew hatibûye zindan kirin.

Rêzdar Muşerref jî roja yekşemê gotibû ku ew ê bi temamî piştevanîya xwe bide hikumeta nû.

XS
SM
MD
LG