Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li dema seredana rojnamevanên bîyanî li Tîbetê xwenîşandan çêbûn


Oldar li Lhasa ketin nav perestgeha Jokhang ya herî pîroz li Tîbetê dema ku hikumet daxuyanîyê dida.

Oldarên gênc gotine rojnamevanên bîyanî yên ku bi seredana fermî ya hikumetê li wê derê bûn ku Pekîn derewa dike di derbarê berpirsyaretîya li hember tundûtûjîya kujek ku di destpêka vê mehê de destpêkiribû.

Oldaran cilûberên adetî li berxwe kiribûn. Oldarekî got hikumeta Çînê wan tawanbar dike bo kiryarên ku wan nekirî û bi awayekî ne rewayî reftarî digel wan dikir û rêk nedan wana ku ji perezgehê derkevin.

Peyivdarê Wezareta Derveya Çînê dibêjît ewana çi pêzanîn nînin sebaret wê xwenîşandanê û dibêje ew neşê piştrast bike heke ew oldar hatibin girtin.

Li dehê vê mehê oldarên Tibet xwenîşandaneke aştî birêve birin li Lhasa jibo bîrhatina salroja serhildaneka neserkeftî ya Dalai Lama dijî desthilatdarîya Çînê.

Li dûv grupeka rêkeber li derveyê Tibet, pitir ji 20 kesên dî yên xelkê Tibet hatine kuştin demê hêzêt parastina Çînê teqe li wan kirî li xwenîşandanên bi aşitî. Belê hikumeta Pekin wan îddîayan red dike.

XS
SM
MD
LG