Leşkerê Turkî dibêje di şerrekî navbera serbazên dewletê û PKKê de li nêzî sînorê Turkîye bi Iraqê re, heft serhilda hatine kuştin.
Leşkerî îro çarşembîyê got serhildayên ji Partîya Karkerên Kurdistanê ya qedexe kirî li parêzgeha Şernexê hatine kuştin û bi vî awayî jimara kuştîyên serhildayan li vê heftîyê gihîştîye 16 kesan.
PKK li ser vê yekê tu agahî ne ragihandîye.
Turkîye milîtanên PKK gunehbar dike bi êrîşên ser Turkîye ve ji bingehên xwe yên li bakûra Iraqê. Turkîye li dijî serhildayan çendîn êrîşên asmanî kirine û bi kêmîve carekê jî bi hêza peyade ketîye nav erdê bakûra Iraqê.
Nêzî 25 salin ku PKK li başûra rojhilata Turkîye ya ku piranîya xelkê lê dijî Kurdin, jibo otonomîya Kurdan şer dike. Jiber vî şerrî heta niha zêdeyî 30 hezar kes hatine kuştin.
Turkîye, Welatên Yekgirtîyên Amerîka û welatên din PKKê wek komeleyeke terorîst nas dikin.