Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush zorê da fireh kirina NATOyê û zêdekirina serbazan bo Afganistanê


Serokê Amerîka George W. Bush zorê da NATOyê ku bizava xwe ya firehbûna ber bi rojhilatê ve bidomîne û jimara serbazên hêza xwe ya bo kiryarên li Afganistanê zêde bike.

Îro çarşembîyê li Bukreşê berî kombûna NATOyê rêzdar Bush got lazime Ukrayna û Gurcistan bibine endamên vê rêxistinê. Wî dîsa got ku lazime derîyê endametîya NATOyê jibo hemu welatên demokratîkên Ewropayê yên ku dixwazin bibine endam vekirî bimîne.

Herdu komarên Sovyeta berê daxwaza Plana Bizava Endametîyê (MAP) dikin û Rusya bi dijwarî li dijî vê yekê ye jiber ku Rusya fireh bûna NATOyê ya ber bi rojhilatê ve weke metirsîyekê dibîne li hember xwe.

Serok Bush herwisa ji Rusyayê xwest ku dev ji dijberîya xwe berde li hember planên Amerîka yên bo ava kirina sîstema parastina bi muşekan li navenda Ewropayê. Rêzdar Bush got ev sîstem pêdivîye jiber ku welatên wek Îranê muşekên balîstîk yên ku dikarin li Ewropa bixin ava dikin.

Li ser Afganistanê jî rêzdar Bush ji endamên NATOyê xwest ku zêdetir serbaz bişînin da ku şerrê dijî xirabkaran "bi dawî bê." Wî got her kîngê ev bizav bête sekinandin dê tundrê li seranserî wî welatî dîsa ji xwe re cihên bi tenha ava bikin.

XS
SM
MD
LG