Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberêt welatên NATO kombûna xwe ya li Bukreş bi domahî îna


Rêberêt NATO kombûna Buxarest ya digel serokê Rusî Vladimir Putin bi domahî înan piştî rojekê ji piştevanîya welatêt hevpeyman bo plana Amerîka da ku sîstema muşekên parastinê veguhêzin Ewropa navîn.

Sekreterê Giştî yê NATO Jaap de Hoop Scheffer dibêjît danûstandinêt wana gelek baş çûn.

Serokê Rusya Putin bi xwoşî bî li ser wan danûstandina, belê behsa hindek giriftarîya kir weku dijatîya Rusya beranberî muşekên berevanîyên Amerîkî û herwisa berfireh kirina NATO.

Evro heynîye rêberêt NATO digel serokê Ukrayna kom bîn jibo danûstandina sebaret endametîya wan digel welatêt hevpeyman.

Duhî pêncşembîyê rêberêt NATO gotin ku Ukrayna û Gurcistan hêjta ne amade ne jibo endametîyê bo NATO. Belê herdu welat yêt pêngava dihavêjin bo wê endametîyê.



XS
SM
MD
LG