Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Iraqî rojnamevanê Brîtanî yê ku hatibû revandin azad kir


Karbidestên leşkerê Iraqê gotin rojnamevanekî Brîtanî yê ku berî du mehan li Basra hatibû revandin hatîye azad kirin.

Karbidestan got hêzên Iraqî îro duşembîyê di kiryarekê de li Basra Richard Butler azad kirîye.

Butler jibo kanala CBS ya Amerîkî kar dikir dema ku li meha du-Sibatê ew û wergervanê wî ji alî çekdarên nenas ve ji hoteleke li Basra hatibûn revandin. Wergervanê wî piştra hatibû azad kirin.

Sibêdeya evro polîsên Iraqî gotin bi kêmîve pênc kes bi teqîna bombeyeke li ser rê veşartî hatine kuştin û neh kesên dî jî birîndar bûne li navenda Bexda.

Li Şamê li Surîya şeş cîranên Iraqê rêkeftinekê kir ku digel hev kar bikin bo aram kirina Iraqê. Welatên beşdar kombûna du rojan bi dawî anî bi rêkeftina ku ew dê şerrê terorîzmê bikin û tenahîya Iraqê bipêşvexin.

XS
SM
MD
LG