Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Milîtanên Taliban li başûra Afganistanê 11 polîs kuştin


Karbidestên Afganî dibêjin milîtanên Taliban êrîş kirîye ser nuqteyeke kontrol kirinê ya polîsan li parêzgeha Kandahar li başûra Afganistanê û bi kêmîve 11 polîs kuştine.

Cîgirê serokê polîsê parêzgehê Amenullah Xan dibêje sibêdeya roja duşembîyê milîtanan teqe li nuqteyeke konrol kirinê ya polîsan kirîye li bajêrê Arxandab yê parêzgeha Kandahar.

Serokê polîsan dibêje li dû ragihandinên berê we dîyar e ku yek ji polîsan têkelî hebûye digel Taliban.

Herwisa ISAF (Hêza Navnetewî ya Alîkarîya Tenahîyê ya NATOyê) dibêje li başûra Afganistan du serbazên wê di teqînekê de hatine kuştin.

NATO dibêje du serbazên din jî roja yekşembîyê jiber teqînekê birîndar bûne. Nehatîye dîyar kirin ka gelo ew serbaz xelkê kîjan welatî bûn.

XS
SM
MD
LG