Sibêdeya evro bi helkeftina derbaz bûna 20 salan bi ser despêkirina şalawên Enfal ku devera Germîyan pitir ji deverên din yên Kurdistanê zerarman bûyîn li nahîya Rizgarî ser bi devera Germîyan bi amadebûna birêzan Cîgirê Serokê hikumeta Herêmê û Wezîrê Mafên Mirovan û jimareka wezîr û berpirsên din yên hikumî û hizbî, jimareka zor ya kesûkarên Enfal kirîya helkeftinek hat kirin.
Di wê merasîmê da çend gotarek hatine pêşkêş kirin, ji wana gotara devera îdara Germîyan. Di wê gotarê da daxwaz hat kirin encamderên Enfal bêne dadgeh kirin û bêne siza dan û tawana Enfal bi navê jenosid li ser astê cîhanê bête nasîn û xerabûya kesûkarêt Enfal kirî bête dan.
Cîgirê Serokê hikumeta Herêmê jî bi navê hikumeta Herêma Kurdistanê gotarekê pêşkêş kir û têda got hikumeta Herêmê berdewam e li ser hewl û bizavên xwo da ku Enfal weku jenosid li ser astê cîhanê bête nasîn.
Wezîrê Mafên Mirovan jî got wezareta me dixwazît biryara dadgeha Bexda li ser ku Enfal wek jenosid daye zanîn, wê biryarê bigehînîte Neteweyên Yekgirtî.
Her di wê merasîmê da berê binaxeyêt 502 xanîyan bo kesûkarên Enfal kirîya hate danan û berî niha li bajarkê Çemçemal birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê berê binaxê dirust kirina 600 xanîyan danabû.
Herçende ev pêngavên hikumeta Herêma Kurdistanê bûyîne dilxoşîya hevwelatîyên deverê lê her li wî demî xelkê Germîyan çaverêyî sizadana encamderên Enfalê diken û dixwazin jîbo hemu malbatên xirabo kirî xanî bo hemu hevwelatîyan bête dirust kirin û xizmeteka baştir bo deverê û xelkê deverê bête kirin.