Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêncî û sê şaredarên Kurd li Tirkiye jiber Roj TV hatin ceza kirin


Pêncî û sê şaredarên li bajar û navçeyên başûrê rojhilata Tirkiyê ji ber pesndana sûc û sûcdar 3 meh cezaya zindanê hat birîn. Dadgehê paşê ev ceza qulupand ser cezaya pereyî.

Şaredarê bajarê mezinê Diyarbekirê Osman Baydemîr di rûniştina dadgehê de axivî û got ew li dû her 405 peyvê ne ku di nameyê de hatine nivîsandin. Baydemîr her weha diyar kir ku çareserî qedexeya li ser Roj TV nîn e çareserî destûrdayîna Roj Tv ye ku were li Tirkiyê weþanêşbike.

Çend endamênparlemana Danîmarkayê, endama parlemena Ewrûpayê Feleknaz Ûca û nûnerên Rêxistina Çavdêriyê ya Mafê Mirovan jî di rûniştinê de beşdar bûn. Şaredarên endamê Partiya Civaka Demokratîk DTP ji serokwezîrê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen re nameyek şandibûn ku tê de xwestibûn ku televîzyona Kurdî Roj TV neyê girtin.

Hukumeta Enqereyê jî dibêje Roj TV pevydariya Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê dike ku li Tirkiyê qedexe ye. Her çiqas Enqerê dawa ji Danîmarkayê dike ku destûra weşanê ya Roj TV betal bike lê belê rayedarên Danîmarkî dibêjin Roj TV li dû qanûnên vî welatî ne qedexe ye.

Serokwezîrê Danîmarkeyê jî þşaşbûna xwe ya li hember vê dozê ragihandibû ku dozeke weha li welatekî hatiye vekirin ku berendamê Yekitiya Ewrûpayê ye.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG