Wezîra derve ya Amerîkî Condoleezza Rice seredana Iraqê kir.
Rice pesna rêberên Erebên Sunnî, Sî’e û Kurd da jiber karê pêkve yê wan li piroseya siyasî ya Iraqê.
Rice digel serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî û karbidestên dî yên Iraqî kom bû.
Piştî seredana Iraqê, Rice seredana Behreyn û Kuwaytê diket.
Hevdem, leşkerê Amerîkî ragehand ku şer û lêkdanên bajêrê Sedir li Bexda, bingehê oldarê Şî’e Muqteda Sedir, zêde bûye.
Bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike. (Dem 1:48)