Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî ji welatên Ereb daxwaza piştevanîyê kir jibo Iraqê


Serokwezîrê Iraqê ji welatên Ereb dixwaze ku ew li hindek qerzê wan xwoş bin, li Bexda balyozxaneyên xwe vekin û nehêlin ku milîtan têkevin nav erdê Iraqê û bi vî awayî jî piştevanîya xwe zêde bikin bo welatê wî.

Nurî El Malikî îro sêşem di kombûna konferansa hêzên herêmî û cîhanî li Kuweyt ev daxwaz anî zimên. Wî gazin kir ku her çiqasî rewşa asayîşê li welatê wî bi pêşketibe jî cîranên Iraqê têklatîyên xwe yên dîplomatîk bi pêşve naxin.

Erebistana Saudî, Bahreyn û Kuweyt soz dabûn ku ew dê balyozên xwe bişînin Bexdayê belê hêjta neşandine.

Hindek welatên Ereb dudilin ku balyozxaneyên xwe li Iraqê vekin ji ber xemên li ser tenahîya vî welatî û hikumeta wê ya di destê Şî’eyan da.

Pênc endamên herdem yên Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî û Grupa Heyşt Welatên Sazkar di kombûna îro da beşdar bûn.

We çaverê tê kirin ku bi hevre biryarnameyeke li ser Iraqê bê derbaz kirin di konferansa îro de.

Ji alîyekî dî ve leşkerê Amerîka li Iraqê dibêje wan di şer û lêkdanan de li Bexda pênc çekdar kuştine.


XS
SM
MD
LG