Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton li hilbijartinên berahîyê yên Pennsylvania biserkeft


Berbijara Partîya Demokratîk li Amerîka Hillary Clinton li wîlayeta rojava li Pennsylvania di hilbijartinên berahîyê de bi serkeft û bi vî awayî berîkanîya xwe ya bo serokatîyê zindî hêla.

Piranîya dengan hatîye jimartin û encam nîşan dide ku senatora New Yorkê bi 10% dengan li pêşîya senatorê Illinois Barack Obama ye.

Piştî dengdana roja sêşemê Clinton spasîya piştevanên xwe yên şad kir li Philadelphia û di axaftina xwe da û soz da ku ew dê bizav û berîkanîya xwe ya bo hilbijartinê bidomîne her çiqasî jê re gotibin dev ji bizava hilbijartinê berde jî. Wê got jiber piştevanîya Pennsylvania “guhorîn çêdibe.”

Obama di axaftina xwe de li wîlayeta Indiana li navenda rojava pîrozbahî li Clinton kir bo serkeftina wê ya li Pennsylvania. Wî berê xwe da senatorê Arizona John McCain û got berbijarê Komarîyan tu guhorîn û cudahîyên ji serok George Bushî pêşkêş nekirine bi taybetî jî li ser Iraqê.

Her çiqasî li Pennsylvania Obama li hember Clinton bi sernekeftibe jî hêjta Obama li pêş xanim Clinon e bi jimara nûneran bo kongrê partîya Demokrat ewên ku berbijarên serokatîyê dîyar dikin.

XS
SM
MD
LG