Leşkerê Amerîka dibêje bi zincîreka êrîşan roja sêşembîyê 15 milîtan li Bexda hatine kuştin. Di êrîşa herî xwînrêj de serbazan daye dû grupeke milîtanên ku narincokên bi muşek dihavêtin û şeş ji wan milîtanan kuştine.
Leşkerê Amerîka herwisa got wan muşek avêtine ser otomobîleke ku muşekan dibir û dihanî li taxa El Sadr ya Bexda belê hebûna xelkê sivîl li wê derê înkar kir.
Associated Press radigihîne ku bi kêmîve heyşt kesên sivîl di êrîşê de hatine kuştin.
Ji alîyekî din ve li Musila li bakûr serbazekî Iraqî hate kuştin û çarên din jî birîndar bûn dema ku otomobîleke bombe pêve girêdayî hate teqandin li nêzî Avahîya fermî ya Parêzgehê.
Li Diyala jineke êrîşbir xwe li nêzî avahîya polîsan teqand û bi xwe re bi kêmîve şeş kes kuştin û 12 yên din jî birînda kirin.