Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanundanerên Amerîkî bala xwe didine vîdyoya ku alîkarîya Koreya Bakûr bo Surîye nîşan dide


Karbidestên dezgeha zanyarîya anku îstîxbarata Amerîka îro pêncşem dê li Capitol Hill digel qanundanerên Kongresê kom bibin da ku li ser îddîaya hevkarîya navokî ya Koreya Bakûr digel Surîye bi axivin.

Karbidestên pille bilindên Amerîka ji peyamhinêran re dibêjin dê vîdyoyek ji qanundaneran re bê pêşkêş kirin ku têda nîşan dide kesên Koreyî li sazgeheke navokî li Surîye kar dikin. Herwisa dibêjin di vîdyoyê de şiklê sazgeha ku tê nîşan dan bi heman şêwe dijbe sazgeha Koreya Bakûr li Yongbyonê.

Ev sazgeha gumanlêkirî li meha neh-Îlona par ji alî firokeyên cengî yên Îsraîlê ve hatibû hilweşandin. Şamê nerazîbûna xwe beramberî hêrîşa asmanî dîyar kiribû û Îsraîl bi êrîşkarîyê gunehbar kiribû. Hem Surî û hem jî Koryea Bakûr ev îddîa red kirîye.

Cihê gotinê ye ku ev kombûn tên kirin di heman demê de ku rêveberîya Bush bizavê dike ku rêkeftinekê digel Pyongyang bike da ku ew dev ji bernama xwe ya çêkirin çekên navokî berde.

XS
SM
MD
LG