Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye di navbera Sûriye û Îsraîlê de qasidiyê dike


Li dû nûçeyan, Hukumeta Sûriye dibêje Îsraîlê peyamek şandiye wan û gotiye ji bo ku di navbera her du welatan de aştîyek pêk were Îsraîl amade ye ku ji Girên Golanê vekêşe. Wezîra kar û barên koçberiyê ya Sûrî Buthaîna Şaban dibêje serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoxan roja sêşemê bi telefûnê ev peyam gihandiye serok dewletê Sûriyê Beşar Esad. Wezîrê her weha dibêje ev pêşniyaz ji hêla serok wezîrê îsralê hatiye û Olmert amade ye ku li ser bingeha mercên nawneteweyî û vegerandina Girên Golanê bo Sûrî bi welatî re aş bin. Serok wezîrê îsraîlê Ehûd Olmert her çiqas derbarê vê peyamê de şîroveyek nekiribe jî ev îddîayên peyamê jî red nekir.

Îsraîlê di sala 1967an de Girên Golanê dagirkiribû û wê demê û vir de gelek hewldanên hevdîtînên ji bo aştiyê hebûn. Gotûbêja dawî ku di sala 2000an de bû ne gihaştibû tu encamê. Hukumeta Sûriye vekêşana Îsraîlê ji Golanê wekî pêş- şerdek danîbû pêşiya îsraîlê da ku ji bo gotûbêjên aştiyê dest pê bikin. Rayedarên Îsraîlê jî berî ku gotûbêj dest pê bikin ji Sûriye xwestibûn ku alîkariya ku dide çekdarên Filîstînî û Lubnanî bibire.

Serok wezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoxan di dawiya vê heftê de ji bo ku di foruma aborî ya Tirkiye û Sûrî de beşdar be diçe paytexta vî welatî Şamê. Tê guman kirin ku Erdoxan bi rayedarên Sûrî re derbarê vê peyamê de biaxive.

Di sala 2007an de cîgirê serokwezîrê Îsraîlê qebûl kiribû ku bi navberkariya welatên sêyemîn hukumeta wan ji bo gengeşiyên aştiyê dest pê bikin peyameke dizî şandiye Sûrî. Wê demê jî dihat guman kirin ku ev welatê sêyemîn Tirkiye ye. Çend roj berê jî Serok dewletê Sûrî Esad gotibû hin welatên hevalbend hewlê didin ku di navbera wan û Îsraîlê têkilî deynin lê belê ew tu car bi Îsraîlê re bi dizî rûnanên û hemû têkilî û gotûbêj divê eşkere werin kirin.

XS
SM
MD
LG