Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Çewlikê şer, du serbazên Tirk hatin kuştin


Li dû daxûyaniya nivîskî ya walitiya Çewlikê (Bingol) li navçeya Gêncê di kiryareke leşkerî de di navbera serbazên Tirk û çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê - PKK de şer derket û di encamê de du serbaz hatin kuştin û serbazek jî hat birîndar kirin.

Hevdem, serfermandariya artêşa Tirk jî ragihand ku duh li navçeya Qilaban a bi ser Şirnexê serbazek û zêrevanekî gund jiber teqîna mayinê hatine kuştin.

Serbazekî ku di şerê li çiyayê Gebarê de birîndar bibû duh di nexweşxanê de jiyana xwe ji dest daye.

Bi vî awayî hejmara serbazên Tirk ku di kiryarên vê heftê de hatine kuştin gihîşt 11.

Di şer û pevçûnan de jî 5 serhildayên Kurd jî hatibûn kuştin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG