Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pêncewîna Kurdistana Iraqê bombek teqî lê çi zîyanên canî nebûn


Sibêdeya evro li ser rêya gundê Derdegurzan li ser sînorê komara Îslamîya Îranê ser bi qeza Pêncewîn bombeka çandî bi awayeke kontrol bi tirimbêleka pasewanên sinorî ve teqî lê çi zîyanên canî nebûn.

Li ser wê rûdanê jêderek berpirs li devera Pêncewîn bo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka got ew teqîn ji layê çekdarên terorîst ve hate kirin û kiryareke terorîstî bûye lê armanca xwo nehinda.

Her wî jêderî got çendîn carê li wê deverê terorîstên Ensar’l Îslam karên terorîstî encam dayîne û sala par heft pasevanên sinorî li wê deverê hatine kuştin. Evro jî yekser hêzek gehîşte cihê rûdanê û dest bi pişkinîn û lêgeryanê kir lê çi kesek nehate dîtin û desteser kirin.

Lê jêderek din ku nedixwest navê xwe eşkere bike di pêywendîyek telefonî da bo Dengê Amerîka ragihand ku çend çekdar hatine dîtin ku çûne nav xaka Komara Îslamîya Îranê û gundê Derdegurzan jî dikevîte ser sinorî.

Ev rûdane li demeke ku berpirsên Amerîka û hindek jêderên fermî û nefermîyên Iraqê jî destê xetabarîyê bo Komara Îslamîya Îranê dirêj dikin ku piştevanîya grupên çekdar û tundrê dikin li nav xaka Iraqê.

XS
SM
MD
LG