Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarê Talîban danustandinên aştîyê digel hikumeta nû ya Pakistanê ragirtin


Komandarê bilindê Talîbanê li Pakistanê danustandinên aştîyê digel hikumeta nû ya welatî ragirt.

Peyivdarekî Beytullah Mahsud evro duşembî got Mahsudî danûstandinên aştîyê ragirtin jiber ku hikumetê red kirîye leşkerî li herêma Şairî ya li nêzîkî tixubê Afganistanê vekêşit.

Heta nûke karbidestên hikumetê bersiva vê daxuyanîyê nedayîne.

Li heftîya buhurî Mahsud ferman dabû şerkerên xwo ku hêrîşê nekine ser hêzên Pakistanê li demê belavebûna raportên nûçeya li ser birêveçûna danustandina nêvbera hikumet û Mahsudî.

Mahsud komandarê grupeka çekdarî ye bi navê Tehrîkê Talîban li herêma Wezirîstana başûr.





XS
SM
MD
LG