Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka dibêje li Bexda di şerrekî nû de 28 milîtan hatine kuştin


Leşkerê Amerîka dibêje li bajarê Sadr li Bexda di encama şerrê navbera milîtanên Şî’a û hêzên Amerîkî û Iraqî de 28 milîtan hatine kuştin.

Peyivdar Lieutenant Colonel Steve Stover dibêje di şerrê îro sêşem de bi kêmîve çar serbazên Amerîkî jî birîndar bûne.

Şerr we dîyare ku berdewama şerrê roja yekşembî û duşembîyê bû ku hêzên Amerîkî û Iraqî li wê deverê bikêmîve 38 milîtan kuştibûn.

Demek zûtir evro karbidestên Iraqî gotin li şerrê bajarê Sadr bi kêmîve heyşt kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.

Yekser dîyar nebû ka gelo herdu şerrên îro eynî şerr bûn yan na.

Ji dawîya meha sê Adarê were heta niha milîtanên ser bi oldarê tundrê yê Şî’a Muqtada El Sadr li bajarê Sadr şerrê Hêzên Hevalbendîyê û hêzên Iraqî dikin. Di van şerran de zêdeyî 300 kes hatine kuştin ku dinav de sivîl û milîtan henin.



XS
SM
MD
LG