Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xanima yekê ya Iraqê Hêro Îbrahîm Ahmed ji hêrîşeke bomba bi sax û silametî rizgar bû


Leşkerê Amerîkî li Iraqê dibêje li Bexda li derengîya roja yekşembîyê û herwisa îro duşembîyê hêzên Amerîkî neh xirabkarên Şî’a kuştine di şerr de li bajêrên Sadr û Mansur.

Ev şerr qewimîn çend demjimêr piştî ku jina serokê Iraqê Celal Talabanî li Bexda rizgar bû ji hêrîşeke bi bombeya li ser rê teqî.

Karwana otomobîlên ku bombe pê ve teqîya xanim Hêro Îbrahîm Ahmed li paytextê dibir şahîyeke çandî li taxa Kerrada.

Ji alîyekî din ve roja yekşembîyê çekdaran li Musil rojnamevan Sirwa Abduwaheb ji otomobîla wê peya kirin û ew bi gulla kuştin dema ku ew berev bi kar ve diçû.

Li Tehranê evro peyivdarê Wezareta Derveya Îranê Elî Huseynî got heke Amerîka li Bexda hêrîşên li dijî milîtanên Şî’e bidomîne Îran dê danûstandina çarê ya li ser tenahîya Iraqê bi Amerîka re neke.

Balyozê Amerîka Ryan Crocker û hevberê wî yê Îranî Hasan Kazimî Qumî sala par sê caran danûstandin kirin ku di nav 30 salan de cara yekê bû Tehran û Washington pêywendîya dîrekt ya dîplomatîk birêve birin

XS
SM
MD
LG