Serokê berê yê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela nîyaz heye ku salvegera ji dayîk bûna xwe ya 90 salan li Londonê bi gelek şahîyan pîroz bike li meha şeş-Xizîranê.
Çaverê tê kirin ku kesên wek serokwezîrê Brîtanya Gordon Brown û serokê berê yê Amerîka Bill Clinton û mêvandara bernameka televîzyonê Oprah Winfrey beşdar bibin di hindek şahîyan de bo rêzgirtina li rêzdar Mandela yê ku xelata Nobel ya bo Aştîyê wergirtibû.
Şahîyên sê rojan dê li 27ê meha şeş-Xizîranê bi konsertekê bi dawî bê li Hyde Parka Londonê ku têde dê hundermendên navdar yên wek Annie Lennox, Queen û Leona Lewis beşdar bibin.
Mandela di daxuyanîyekê de got dê bi vê konsertê pareyek gelek pêdivî bê civandin ji bizava wî re ya bi navê 46664, bo alîkarîya çalakîyên çareser kirina nexweşîna HIV û AIDS.
Jimara 46664 jimara girtîgeha rêzdar Mandela bû dema ku ji alî karbidestên Efrîqa Başûr ve hatibû zindan kirin jiber bizavên dijî-apartheid, anku cudahîya xelkê reş û sipî ya bi taybet li Efrîqa Başûr.
Berî ku li sala 1990 bê azad kirin Mandela 27 sal di zindanê de mabû.
Mandela û serokê wê demê yê Efrîqa Başûr F. W . DeKlerk li sala 1993 bi hevre xelata Nobel ya bo Aştîyê wergirtibûn jiber rola wan ya li dawî anîna rejîma apartheid û lihevhatina nijadî li Efrîqa Başûr.
Mandela ji sala 1994 heta 1999 serokatîya Efrîqa Başûr kiribû û ji wê demê heta niha bizavên xêrxwazîyê dike. Li 18ê meha şeş-Xizîranê rêzdar Mandela dibe 90 salî.