Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma


Neteweyên Yekgirtî ji civata navnetewî xwest ku 187 milyon dolaran bo alîkarîya tengûtavîyê bicvînin jibo qurbanîyên bahoza kujek ku heftîya buhurî li Burmayê xist.

Evro eynî Neteweyên Yekgirtî li New York ragihand ku alîkarî dê jibo pêdivîyên milyonek û nîv kesan be.

Berî wê îro, karbidestên ji Bernama Xwarinê ya Cîhanî li Neteweyên Yekgirtî gotin ajansa wan dê roja şembîyê berdewam alîkarîyê bişîne Burmayê, her çende karbidestên Burmî dest dane ser kelûpelên alîkarîyê yên ku wan şandibûn wî welatî. Ajansa Neteweyên Yekgirtî şandina alîkarîyê ragirtibû piştî ku du firrokeyên ku xwarin û kelûpelên alîkarîyê dibirin Burma dest li ser hatibû danan.

Li Washington karbidestên Amerîkî gotin ku hikumeta Burma razî bûye rê bide yek firoka leşkerî ya Amerîkî ku keresteyên tengetavîyê bigihîjîne qurbanîyên barovê li roja duşembê.

Burma razî bûye bi alîkarîya bîyanî belê dixwaze ku ev alîkarî ji alî hevwelatîyên wê bête dabeş kirin. Ev helwesta hikumeta Burma bûye sebebê nerazîbûnê li nav civata navnetewî.

Karbidestên Burmî dibêjin nêzî 65 hezar kes mirîne anjî bêserûşûn in heftîyek paş barova Nergîs vî welatî wêran kirî.


XS
SM
MD
LG