Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du karbidestên berê yên Wezareta Derveya Amerîka dibêjin Wezaretê gendelîya li Iraqê di ser guhê xwe re avêtîye


Du karbidestên berê yên Welatên Yekgirtîyên Amerîka ku li Iraqê xizmetê kiribûn, guneh dixine ser stuwê Wezareta Derveya Amerîka ku ew gendelîya di hikumeta Iraqê de gihîştibû pilleyeke herî bilind di ser guhê xwe re avêtibûn.

Karmendên berê yên Wezareta Derveya Amerîka behsa ew îddîayan roja duşembîyê bo senatorên Amerîka ser bi Partîya Demokratîk kirin.

Yek ji wan karmendan Arthur Brennan guneh xist ser stuwê Wezareta Derve ku karekî kêm dike bo şerê dijî gendelîyê li Iraqê da ku têklatîyên digel hikumeta Iraqê têk neçin.

Karbidestê din James Mattil rêveberîya Bush tawanbar kir ku jiber xemsarî, mebestên sîyasî û bikêrnehatinê wan ew gendelîya li Iraqê di ser guhê xwe re avêtîye.

Peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka Tom Casey ji Dengê Amerîka re got ew îddîa rast nînin. Wî got Washington li ser mesela gendelî û nerêkîyê bi girîngî di sekine û ev bo demek dûvedirêj digel Iraqîyan kar dike bo nehêlana gendelîyê.

XS
SM
MD
LG