Serokê Welatên Yekgirtîyên Amerîka George Bush yê li Îsraîlê da berdewamîyê bidete bizavên rêkeftina aştîyê li navbera Felestînîyan û Îsraîlîyan û herwisa pişikdarîyê di bîrewerîya 60. salîya damezirandina welatê Cuhuyan da biket.
Îro çarşembîyê birêz Bush gehêşte firokexana Tel Aviv û pêşwazî ji layê nobetdarên rêzgirtinê yên leşkerê Îsraîlê lê hate kirin.
Serok Bushî got Îsraîl û Welatên Yekgirtîyên Amerîka tuşî berhelestîyên mezin bûn li demê damezirandina wan û herdu welat li dûv rênmayên weku yek çûn ku harîkar bûn jibo destve înana serkeftinê.
Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmertî spasîya serok Bushî kir jibo pişikdarîya wî li ahengên damezirandina Îsraîlê.
Serok Bushî got armanca seredana min pêşvebirina danûstandinên aştîyê ye ku dê li domahîyê armanca dewleteka Felestînî xudan egerên şîyanê bi domahîk êt.