Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku baroveyek din li Burma bikeve


Dibe ku bahozeke mezin dîsa li Burma li devera ku lê birinc tê danan bide ya ku bahoza Nergîs lêdabû û di encamê da du milyon kes bê mal mabûn.

Navenda Huşdarîya bo Tayfun û Barovan ya Wezareta Berevanîya Amerîka ku bingeh li Hawaii ye îro çarşem got bablisokek nû çêbûye ku li ser rêçekê ye dibe dîsa berev devera çandinê ya Burma biçe. Navend dibêje dibe ku ev bablîsok xwe dinav 24 seatan da veguhezîne ser baroveyekê.

Şareza huşdarîyê didin ku eger cotyar venegerin ser erdê xwe û dinav sê mehan de berî ku baranên Mansoon destpêbikin birinc daneynin, dê welat bo demek dirêj têkeve nav rewşeke xelayîyê.

Peyivdareke Ajansa Alîkarîya Neteweyên Yekgirtî dibêje ew alîkarîya biçuk ku gihîştîye qurbanîyên baroveyê hêjta kêm e. Ew dibêje kesên ku ji barovê bi saxî rizgar bûne rûbirûyî nexweşîyên belav bûne û dibe ku jimara mirîyan jiber vê yekê bigihîje 34 hezar kesan.

XS
SM
MD
LG