Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn dibêjît zîyan gehêştînê nêzîkî 400 avbenda


Çîn dibêjît nêzîkî 400 avbenda yêt nêzîkî cihê erdhejyana roja duşembî zîyan gehêştînê ku dibîte xemeka nû bo karbidestêt Çînê ku reng e jimara giştîya kesêt hatîne kuştin bigehîte heta 50 hezar kesan.

Leşker bi şev û roj xebatê diket bo rizgar kirina bi deha hezaran ku bawer tête kirin di bin kavilêt avahîyan keftibin jiber bîbelerzê.

Karbidestêt parêzgeha Sichuan li başûra rojavayê dibêjin jimara kesêt ku mirine heta nûke gehêştîye pitir ji 19 hezar û 500 kesan.

Ajansa peyamêt Xinhua dibêjît hêzêt hikumetê hatine hinartin da wan derzan çêbikineve ku keftîne dîwarêt avbenda Zipingpo li Sichuan.

Wezîrê Karûbarêt Avê yê Çînê dibêjît xemeka mezin heye li ser silametîya avbenda jiber bîbelerzê.
XS
SM
MD
LG