Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Festîvala 8. ya çand û hunera Kurdî li Dîyarbekirê îsal bi navê Ehmedê Xanî tête pêkanîn


Bernama heyştemîn ya festîvala çand û hunera Kurdî li Dîyarbekirê ku her sal tête li darxistin îsal jî ji alîyê serokê bajêrvanîya Dîyarbekirê Osman Baydemîr ve hate eşkere kirin.

Festîvala heyştemîn dê li ser navê şa'îr û feylesofê Kurd Ahmedê Xanî bête pêkanîn û festîval li 27ê Gulanê bi çalakîyên weku şano, sînema, dengbêjî û konsertan dê bête destpêkirin û hetanî pêncê Hezîranê dê berdewam bît.

Ev festîvale ku di 300 salîya Ehmedê Xanî de tête li darxistin hejmarek zahf ya hunermendan, rohnbîran, nivîskaran û şanogeran û herwisa berhem huner û şêwekaran dê têda pişikdar bin.

Hêjîyî gotinê ye ku birêz Baydemîr demê eşkera kirina wê nûçeyê got festîvalên ji wî avayî ziman, çand û hunera gelê xwe geştir û xurttir dikin û pêywendîyên baş digel çandên din datînin.

Wî herwisa da zanîn dinav vê festîvalê de dê behsên li ser alîyên edebî, sîyasî û civakîya jîyana Ehmedê Xanî bête kirin.


XS
SM
MD
LG