Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates pesna serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê da


Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates pesna rêberê Kurdê Iraqê da li ber wê berengarîya di ya serhildayên Kurd ku pêywendî bi alozîyên dervayî tixubî digel Turkîye ve hene.

Wezareta Berevanîyê didete zanîn ku roja çarşembîyê Gates ew pirse digel Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê bahs kirîye ku karek zêdetir encam bidet bo ragirtina serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê ku bingehên xwe li bakûrê Iraqê jibo pêkanîna êrîşan bikar tînin.

Washington û Turkîye PKKê wek rêxistineke terorîst didine naskirin.

Pentagonê gotina Barzanî veguhast ku dibêjît "Herêma Kurdistana Iraqê berjewendîyek bi hêz heye di pêşdebirina pêywendîyên nêzîk û baş da digel Turkîyê."

Herwisa hatîye zanîn ku Gates daxwaz ji rêberên Kurdên Iraqê û hikumeta Federalî kirîye ku bi zuhî bigehêne qanunek niştimanî di warê uzê da.

XS
SM
MD
LG