Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon dibêje dê Burma alîkarîya navnetewî qebul bike


Sekreterê Giştî yê Netweyên Yekgirtî Ban Ki-moon dibêje rêberên bililndên Burma qebul kirine ku destûrê bidine alîkarên bîyanî werin nav welatî bo alîkarîya bi milyonan xelkên ku bi saxî ji karesata baroveyê rizgar bûyne.

Rêzdar Ban îro heynî piştî kombûna xwe ya digel General Than Shwe li Naypyidaw ev daxuyanîye kir. Rêberê Neteweyên Yekgirtî got ew we bawer dike ku ev rêkeftin di rewşa paş-barova Nergis de nîşana pêşketineke girîng e.

Hikumeta leşkerî ya Burma berî vê destûr nedida ku li vî welatî piranîya alîkarîya ji alî alîkarên bîyanî ve bi şêweyek temamî bêne kirin.

Rêzdar Ban roja pêncşemê li Gelîyê Irrawaddy ya bi baroveyê wêran bûye gerîya û bi firokeyê di ser cihên herî xirab bûyî de derbaz bû û carna li kampên alîkarîyê rawestîya. Neteweyên Yekgirtî dibêje alîkarî tenê gihîştîye 25% yê xelkê ku bûne qurbanîyên barovê.

Rêberên Burmî dibêjin nêzî 78 hezar kes jiber barova sêyê Gulanê mirine û 56 hezar kesên dî jî bê serûşûnin.

XS
SM
MD
LG