Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn dibêje piştî erdhejê sê sal pêdivîne jboi jinûve avakirinê 


Rêberê parêzgeheke Çînê dibêje sê sal lazimin bo jinûve avakirina deverên li başûrê rojava Çînê ku jiber erdheja kujek ya heftîya buhurî wêran bûyîne.

Li Chengyun cîgirê fermandarê parêzgeha Sichuan ya ku bi xirabî erdhej lê dabû îro heynî li Pekînê got karbidestên herêmê bizavê dikin ku bajêrokên devera wêranbûyî jinûve ava bikin. Belê dibêje berî her tiştî ew bizav dikin ku li wan deveran her kesekî ku dibe ku dibin axê de sax mabe rizgar bikin û herwisa rê li ber nexweşîya belav bigrin.

Li got jimara xelkê ku jiber erdheja roja 12ê Gulanê vêga gihîştîye 55 hezar kesan. Karbidest dibêjin nêzî 30 hezar kes jî hêjta bêserûşûnin.

Karbidestên Çînê herwisa huşdarî didin û dibêjin paş erdhejyanê bi kaşbûna erdê û bi destpêkirina demsala baranê, qurbanîyên erdheja bi hêza 7.9 dê têkevine bin metirsîya rabûna avê û lehîyan. Karbidest dibêjin bi lerzanê 33 gol çêbûne dema ku erd kaş bûye ketîye ber newalên ava rûbar û çeman û ew xitimandine.

XS
SM
MD
LG