Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê şer derket serhildayek hat kuştin û du serbaz hatin birîndar kirin


Piştî ku hefteya çûyî li Navçeya Elbakê (Başkale) ya bi ser Wanê di şer de şeş serhilda hatibûn kuştin li herêmê şer û pevçûn ranawestin.
Serbazê Tirk ragihand li navçeya çatax (Çatak) a bi ser Wanê di navbera çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê û hêzên dewleta Tirk de şer derket û di encamê de serhildayek hat kuştin û du serbaz jî hatin birîndar kirin.
Hevdem, walitiya Wanê zozanên li der û dora bajêr heta dawiya vê salê ji kesên sivîl re qedexe kir.
Mudurê kar û barên Çandî û Turîstî ya Wanê ji otêl û şîrketên trûzmê re daxuyanike fermî şand ku tê de dibêje ji ber sedemên ewlekariyê derketina zozanên li der û dora Wanê û navçeyên Bayîzaxa (Çaldiran) û Çatax (Çatak) ji kesên sivîl re hatine qedexe kirin ku di nav van deveran de Dêra Barthlomeus jî heye ku her sal gelek tûrîst diçin seredanê.

XS
SM
MD
LG