Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîna bombeyekê li nêzîk balyozxaneya Danimarkê li Pakistanê heyşt kuştî bi cîh hêlan


Teqîna otomobîlek bombekirî li derveyî balyozxana Danimarkê li Îslamabada paytextê Pakistanê bûye egera kuştina alîyê kêm heyşt kesan; dinav da du polîs û hevwelatîyek Danimarkî ku bi resen Pakistanî ye.

Ew teqîna mezin ya roja duşembîyê piştî nîvro herwisa bûye egera brîndar bûna alîyê kêm 25 kesan û dîwarên danayî bo parastinê têk şikandin û bircên parastina balyozxanê dinav bir û otomobîlên nêzîkî cihê bûyerê jî têk şikandin.

Ofîsek Neteweyên Yekgirtî jî zirar dîtîye û çi alîyekî heta niha demûdest xwe weku berpirsyarê bûyerê nedaye nasandin.

Serokwezîrê Danimarkê ew êrîş mehkum kir û got Danimark li ber terorîsan dest ji sîyasetên xwe yên derve û parastinê bernadet yan jî naguhorit.

XS
SM
MD
LG