Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikeberê Mugabe dibêje lazime hilbijartin neyê kirin


Wezîrekî partîya ku berê li Zimbabwe desthilatdar bû dibêje hilbijartina ku dê li 27ê meha şeş bête kirin divê ku bête bettal kirin jiber ku dengdaneke rewa û azad ne mumkin e.

Di konferanseke rojnamevanî de li Johannesburga li Afrika Başûr wezîrê berê yê diravî ji partîya ZANU-PF Simba Makonî got ji xwe hilbijartinek nû ji Zimbabwe û xelkê wê kêm e! Dibêje rewşa diravî ya welatî rê nade ku dengdaneke din birêve bibe.

Makoni dibêje MDC anku partîya Bizava Demokratîk bo Guhorînê divê bizavê bike da ku rêkeftinekê pêk bîne jibo bi hikumeteke demî li welatî desthilatdar be.

Makoni li meha sê-Adarê li hember serokê welatî Robert Mugabe di hilbijartinê de berbijarê serbixwe bû û di encamê de bûbû sêyemîn.

Roja duşembîyê Rêkxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan Human Rights Watch ku bingeh li Amerîka ye got hikumet rê li ber hemû şensên hilbijartineke azad û rewa girtine û ev komele ji bizava hilbijartinê re dibêje ev bizava tundûtûjî û çavtirsandina rikeberîyê ye.

XS
SM
MD
LG