Ajansa Penaxwaza Neteweyên Yekgirtî dibêjitin şerrên li Iraq û Afganistanê egera hindê ne jimara penaber û mişextan li seranserê cîhan ê zêde bitin di du salan de li du hev.
Raporta ku îro sêşembîyê belav bûyî radigihînitin ku penaxwaz û mişextên ji Afganistan û Iraqê nêzîkî nîveka ji 11 milyon û 400 hezar penaberan e.
Li gora raportên Ajansê jî di sala buhorî da di pêra ji Kolombîya, Sudan û Somalêne.
Raport dibêjitin nêzîki 26 milyon kes jiber şerra di welatên xwe de bê mal û hal û mişext bûne.