Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropayê qanunek derbaz kir ku pê rewşa penaberîya neqanunî bi zehmettir dibe


Parlamana Ewropayê qaîdeyên nû pesend kirin bo girtin û ji welêt derêxistina penaberên neqanunî . Komeleyên mafên mirovan ev qanun wek ne rewa di nirxînin.

Qanundaneren Yekîtîya Ewropayê îro çarşembîyê li Strasbourgê deng dan û bi vê qanunê rê didin hikumetan ku karibin penaberên ne qanunî heta 18 mehan girtî bihêlin û nehêlin ku ew penaber heta pênc salên din dîsa têkevin nav welatên wan. Rêvibirina vê qanunê dê li sala 2010 destpêbike. Brîtanya, Îrlanda û Danîmarka hêjta ev qanun mor nekirine.

Jimara penaberên neqanunî li Ewropayê li navbera heyşt û 12 milyon kesan e. Bi van qaîdeyên nû penaber hindek têne parastin mina mafên wek ku ew dê karibin li du vê qanunê daxwaza runiştevanîye bikin û karibin bi dil ji welati derkevin û herwisa karibin alîkarî û şêwirmendîya dadê wergirin.

Amnesty International, anku Rêkxistina Lêxweşbûnê tevî komeleyên din yên mafên mirovan xema xwe dîyar dike û dibêje bi vê qanunê garantî nine ku penaberên neqanunî bi tenha û bi serbilindahî vegerine welatên xwe.

Dibe ku dirêjahîya dema girtinê li her welatekî Yekîtîya Ewropayê cuda be ku piranîya welatan dirêjtirîn wext ji 18 mehan kêmtir danane.

XS
SM
MD
LG