Ragirtina
şerrî dinavbera Îsraîl û milîtanên grupa Hamas îro pêncşembî sere sibêdê li
Kerta Xezze destpêkir herçende rêberên herdu alîyan li dor berdewam bûna wê agirbesê gumanên xwe
nîşan dayîne.
Agirbes li demjimêr şeşê îro serê sibêdê bi demê herêmî destpêkir û biryar e
jibo şeş mehan berdewam bît. Bitenê
demek kurt berî bi cîh kirina wê agirbestê karbidestên dermanî dibêjin hêzên
Îsraîl kesek Filistînî li Kerta Xezze kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert roja çarşembîyê got ew agirbest sist û bêhêz
dibît û huşdarî da ku dur nîye cihê wê agirbestê kurt bit û wî milîtanêt Hamasê
weku terorîstên tînîyêt bi xwînê nas kir û yên ku nehatine guhorîn berev li pey
geryana aştîyê.
Rêberê Hamasê li Xezze Îsmaîl Haniyeh got ew agirbire dikarît tenahîyê
bivegerînîte başurê Îsraîl, cihê ku bi salan e dikevîte ber êrîşên muşekî.