Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport dibêjin Tsvangirai xwe sipartîye balyozxana Hollandî li Harare


Karbidestên li Amsterdam dibêjin ku rêberê opozîsyona Zimbabwe Morgan Tsvangirai xwe sipartîye balyozxana Hollandî li Harare.

Wezîrê Derveyê Hollandî ew raportên medyaya Hollandî yên roja duşembîyê piştrast kirin ku Tsvangirai li balyozxaneyê ye.

Rêzdar Tsvangirai roja yekşembîyê ragihand ku wî xwe ji hilbijartina serokatîyê velkêşandîye jiber ku dibêje tundûtûjîya sîyasî ya li dijî piştevanên wî tu rê li ber hilbijartinê nehêlaye.

Roja duşembîyê berî vê yekê polîs girtibû ser avahîya bingeha Bizava bo Guhorîna Demokratîk (MDC) li Harare.

Peyivdarekî partîyê Nelson Chamisa dibêje polîs nêzî 60 kesan girtine. Dibêje piranîya wan jin û zarok bûne ku bûne qurbanîyên tundûtûjîya sîyasîya vê dawîyê.


XS
SM
MD
LG