Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mugabe red kirîye teslîmî givaşa navnetewî bît jibo paşda dana hilbijartina gera dawîyê ya serokatîyê


Serokê Zimbabwe Robert Mugabe red kirîye teslîmî givaşa navnetewî bît jibo paşda dana hilbijartina gera dawîyê ya serokatîyê ku roja eynîyê dê birêve biçît herçende rêberê opozîsyonê Morgan Tsvangirai xwe ji hilbijartina paşvekêşaye.

Birêz Mugabe roja sêşembîyê li Harare gote hejmarek xelke ew dê vekirî bît jibo danustandinê digel opozîsyonê lê hikumet divîya berdewam bît li ser gera dawîyê ya hilbijartinan ku wî weku proseyeka rewa binav kir.

Civata Tenahiya Neteweyên Yekgirti ji Amerîka û welatên din daxwaz kirîne dengdana qonaxa dawîyê bête paşda dan û dibêjin hilbijartin nikarin bi awayek azadane û rewa birêve biçin liber wê tundûtûjî û gefeyên li dijberî opozîsyonê.

Birêz Tsvangirai biryara xwe ya pişikdarî nekirina di hilbijartinê de roja yekşembîyê ragihand û got tundûtûjîya li dijberî alîgirên wî tête kirin derfet jibo birêve çûna hilbijartinên nehêlaye.
XS
SM
MD
LG