Breaking News

Dibêjin ku çekdarên Taliban her 22 rêberên eşiretan yên ku revandibûn kuştine

Karbidestên Pakistanê radigihînin ku çekdarên Taliban her 22 rîsipîyêt eşîretan ku piştevanên hikumetê bûn kuştine.

Karbidestan got termêt wan mirovan îro çarşembîyê li derveyî bajêrê Cendola nêzîkî başura Weziristanê hatine veditin.

Polîs û şahidan got termên qurbanîyan bi gulleyan hatibûne kom kom kirin.

Çekdarêt tagirêt Beytullah Mahsud roja duşembîyê bi ser van zelamêt eşîretê yêt bi rêberîya Turkistan Beytanî da girt û roja di dûv da ew revandin. Hejî gotinê ye ku Beytanî tagirê hikumeta nû ye li herêmê.

Ev alozî û şerr û pêkdanene di demekê da rû didin ku hikumeta Pakistanê bizavê diket digel eşîretên deverê bigehite rêkeftineka aştîyê.



XS
SM
MD
LG