Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur pêzanîn li ser bernamêt xwe yêt navokî dane dest


Amerîka jî di bersivê de ragihand ku dê dorgirtina bazirganî li ser Koreya Bakur raket û nîyaz heye navê hikumeta Pyongyang ji nav lîsta welatêt ku piştevanîya terorîzmê diken derbînît.

Serokê Amerîkî George Bush pêxweşîya xwe bi vê pêngava Koreya Bakur dîyar kir ku ew pêzanîn evro li Pekinê dayîne dest.

Çîn mêhvandarîya danûstandinêt şeş alî diket li ser bernama çekêt navokîya Koreya Bakur.

Rêzdar Bushî li Seraya Sipî got ev pêngave ya girîng e û Washington dê bi du rêkan bersivê bideteve û got Amerika dê dorgirtinê li ser Pyongyang raket û dest bi derhînana navê wê kir ji lîsta welatêt ku piştevanîya terorîzmê diken heta 45 rojêt dî.


XS
SM
MD
LG